Di qezaya ku li herêma Ofîsê ya Amedê ku mînîbus û siwareyek li hev qelibîn de 3 kes birîndar bûn.
Di qezaya ku li herêma Ofîsê ya Amedê ku mînîbus û siwareyek li hev qelibîn de 3 kes birîndar bûn.
Li gor agahîyên ku hatine wergirtin di qezaya ku li herêma Ofîsê ya navçeya Yenîşehîra Amedê pêk hat de siwareya ku ji kuçeyê derket li mînîbusekê qelibî.
Di qezayê de 3 kesên di mînîbusê de bûn birîndar bûn.
Ji ber derba qezayê mînîbus bi kêlekî qelibî û hin siwareyên ku li kuçeyê park kiribûn jî xisar dîtin.
Kesên birîndar piştê alîkarîya ewil a ekîbên tenduristîyê, sewqê nexweşxaneyê hatin kirin. Polês derbarê qezayê de lêpirsîn da destpêkirin.