Li gor agahîya ku li ser malpera Serokatîya Rêveberîya Rewşa Afet û Lezgîn (AFAD) hat dayîn, li navçeya Kirikhan a Hatayê ku navenda erdhêjê ye di saet 05:32an da bi lerza 4,8an erdhêjek pêk hat. Hat dîyarkirin ku erdhêj 8,28 kîlometre di bin erdê de pêk hatîye. Erdhêj li bajar û navçeyên derdorê jî hat hîskirin.
Dema erdhêjê li Taxa Denîzciler a navçeya Îskenderûnê di kameraya ewlehîyê de xuya bû.