Piştê erdhêjên 6ê Sibatê, erdhêjên ku li herêmê çêdibin berdewam e û herî dawî li Hatayê bi pileya 4.0 pêk hat.
Piştê erdhêjên 6ê Sibatê, erdhêjên ku li herêmê çêdibin berdewam e û herî dawî li Hatayê bi pileya 4.0 pêk hat.
Li gor daxuyanîya Daîreya Erdhejan a AFAD’ê, îro di danê sibehê demjimêr derdora 10.58’an de 6.10 kîlometre nêzê navçeya Samandag a Hatayê bi pileya 4.0an erdhej çêbû. Hat zanîn ku navenda erdhejê Behra Spî bû û 10.81 km’an di bin erdî de çêbûye.
Rasatxaneya Kandîllîyê jî pileya erdhejê weke 4.1 ragihand û got ku 13.5 km’an di bin erdî de çêbûye. Duh jî Samandag bi erdhêja bi pileya 3.5’an hejîya bû.