Li navçeya Îskenderûna Hatayê banê embareke ku genim tê de ye ji ber sedemeke nedîyar hilweşîya.
Li navçeya Îskenderûna Hatayê banê embareke ku genim tê de ye ji ber sedemeke nedîyar hilweşîya.
Di qezayê de operatorê kepçeyê Ahmet S. û ajokarê kamyonê Mehmet Morca yên ku genim li kamyonê bar dikirin, di hilweşîna banê embarê de birîndar bûn. Birîndar ji alîyê ekîbên tenduristîyê ve kirin rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Îskenderûnê. Digel hemû mudaxeleyan jî Mehmet Morca li nexweşxaneyê jîyana xwe ji dest da. Lêpirsîna derbarê bûyerê de berdewam dike.