Li Hênê kûçikê ku piştê bi 2 çêlekan girt û mirarbû, ji ber metirsîya harbûnê Midûrîyeta Çandinî û Daristanê ya bajêr hat agahdarkirin.
Li Hênê kûçikê ku piştê bi 2 çêlekan girt û mirarbû, ji ber metirsîya harbûnê Midûrîyeta Çandinî û Daristanê ya bajêr hat agahdarkirin.
Li gundê Kirim yê navçeya Hênê, kûçik dev li 2 çêlekan kir, piştê kûçikê ku nîşanên harbûnê pê re hatibû dîtin mirarbû, cotkarê xwedîyê çêlekan, bang li Midûrîyeta Çandinî û Daristanê ya bajêr kir.
Tîmên ku hatin gund, li ser kûçike mirarbûyî û li ser çêlekan vekolîn kirin. Di encamê de rastê nîşaneyên harbûnê hatin. Ketin û derketina ajalan ya li wê taxê hat qedexe kirin. Kûçikê mirarbûyî û çêlekên hatin serjêkirin hatin bin ax kirin.
Mînakên ku ji çêlekan hatin hildan ji bo lêkolînê şandin Midûrîyeta Sazîya Kontrola Veterînerê ya Elezîzê.