Li gundê bi 80 malî ye ji ber ku trafoya ceyranê jekirine û birine, ev 20 roj e ceyran nayê dayîn.
Li gundê bi 80 malî ye ji ber ku trafoya ceyranê jekirine û birine, ev 20 roj e ceyran nayê dayîn.
DEDAŞ 20 roj e ceyran nade Gundê Gunduz ê Navçeya Pîranê ya Amedê. Wekîla HEDEP'ê ya Amedê Adalet Kaya ku çû gund, bi gundîyan re daxuyanî da.
Kaya, dîyar kir ku 20 roj e li gund ceyran tineye û av qut bûye û wiha bi lêv kir: “Trafo hat jêkirin û birin. Zarok, nexweşên di nav cîya de û nexweşên kronîk hene.
Gundî nizanin trafo çima birin e. Ne deyn heye ne jî tesbîtkirina kaçaxîyê." Kaya ji DEDAŞ'ê xwest ku derbarê mijarê de daxuyanîyekê bide û ceyranê bide gund.