Daneyên enflasyonê yên meha Kanûnê ya Koma Lêkolîna Enflasyonê (ENAG) ku ji alîyê akademîsyen û aborînasan ve wek serbixwe hatîye avakirin û Sazîya Îstatîstîkê ya Tirkîyeyê (TUÎK) ji hev cuda hatin eşkerekirin
Daneyên enflasyonê yên meha Kanûnê ya Koma Lêkolîna Enflasyonê (ENAG) ku ji alîyê akademîsyen û aborînasan ve wek serbixwe hatîye avakirin û Sazîya Îstatîstîkê ya Tirkîyeyê (TUÎK) ji hev cuda hatin eşkerekirin.
Li gorê daneyên TUÎK'ê Endeksa Bihayê Serfkaran (ÎÇB) di meha Kanûnê de ji sedî 1,18 zêde bû. Enflasyona salane ji sedî 64,27 bû. Li gorî daneyên ENAG'ê, Endeksa Bihayê Serfkaran di meha Kanûnê de ji sedî 5,18 zêde bû. Enflasyona salane jî, ji %137,55 hat dîyarkirin.