Hejmara dosyayên îcrayê yên li Tirkîyeyê ji 24 mîlyonî derbas bû.
Hejmara dosyayên îcrayê yên li Tirkîyeyê ji 24 mîlyonî derbas bû. Li gorî nûçeya Denîz Ayhan a ji Sozcuyê, hejmara dosyayên îcrayê di sala dawî de mîlyonek û 466 hezar zêde bûye û ji 24 mîlyonî derbas bûye. Ji ber vê sedemê wê hejmara daîreyên îcrayê jî zêde bikin. Li gorî raporên Yekitiya Bankeyan a Tirkîyeyê heta Tebaxa 2022’an deynê 4 mîlyon û 200 hezar kesên ku deynê xwe yê qerta krediyê nedane berdewam dike. Di 5 mehên ewil ên sala 2022an de hejmara kesên ku ji ber nedana deynên xwe dozên hiqûqî li wan hatîye vekirin li gorî sala par ji sedî 83 zêde bûye.