Li Girê Çayonu yê kevnar, 5 gorên din ên ku wekê serdema Tûnc a Destpêkê tê zanîn, hatin dîtin.
Li Girê Çayonu yê kevnar, 5 gorên din ên ku wekê serdema Tûnc a Destpêkê tê zanîn, hatin dîtin.
Li Girê Çayonu yê navçeya Erxenî ya Amedê di kolandina ku îsal hat kirin de 5 gorên din ên serdema Tûnc a Destpêkê hatin dîtin.
Şikeftên Hîlarê ku li navçeya Sesverenpinar a gundewarî ya wek şûnwarên arkeolojîk ên pileya yekem hatine qeydkirin û girê Çayonu yê 500 metre li bakur e, di dîroka şaristanîyê de wek xalên girîng tên zanîn.
Seroka Kolandinê Prof. Dr. Asli Erîm Ozdogan got, "Di heman demê de îskeleteke me ya tam a jinê heye. Gelo ev ji bo zêdetir jinan derbasdar e yan na, wê piştê ku gorên din bên kolandin û lêkolîna zayendî bê kirin, wê dîyar bibe."