Di navbera Îsraîl û Hamasê de 4emîn pevguhertina rehîn û girtîyan bi dawî bû.
Piştê ku Hamas danê êvarê 11 rehîneyên Îsraîlî serbest berdan, Îsraîl jî nîvê şevê rehîneyên Filistînî ku 3 jê jin û 30 zarokin, serbest berdan.
Ji alîyê din ve Wezareta Derve ya Qatarê ragihand ku agirbesta demkî 2 rojên din hatîye dirêjkirin. Di vê pêvajoyê de tê plankirin ku 20 rehîneyên Îsraîlî û 60 girtîyên Filistînî bên berdan.
Di daxuyanîya Qesra Spî ya Amrîkayê da hat dîyarkirin ku ew ji ber dirêjkirina agirbestê kêfxweş in.