Şaredarîya Bajarê Amedê, ji bo ku binesazîya navçeya Erxenîyê bê nûkirin, projeyên ava vexwarinê, kanalîzasyon û santrala paqijkirina avê amade kir.
Şaredarîya Bajarê Amedê, ji bo ku binesazîya navçeya Erxenîyê bê nûkirin, projeyên ava vexwarinê, kanalîzasyon û santrala paqijkirina avê amade kir.
Midûrîyeta Giştî ya Av û Kanalîzasyonê ya Amedê (DÎSKÎ) ji bo binesazîya navçeyê bê nûkirin dest bi xebatê kir.
Midûrê Giştî yê DÎSKÎyê Firat Tutşî bi Alîkarên Midûrê Giştî û serokên daîreyan re civînek li dar xist û veberhênan hatin nirxandin.
Bi projeya binesazîya ku wê li Erxenîyê bê kirin, zêdeyê 361 kîlometre ava vexwarinê, ji 316 kîlometre zêdetir kanalîzasyon û 35 kîlometre jî xetên ava baranê bên danîn.