Hat ragihandin di maleke li Altindaga navçeya Enqereyê de 5 penaberên Efxan ên ku darbeyên kêran li wan hatibûn danîn mirî hatin dîtin.
Hat ragihandin di maleke li Altindaga navçeya Enqereyê de 5 penaberên Efxan ên ku darbeyên kêran li wan hatibûn danîn mirî hatin dîtin. Bûyer li Taxa Ornekê qewimî. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin xizmên 5 Efxanan ên ku jê salox nestendin, ji polêsan re ragihandin. Ji ber vê yekê ekîbên polêsan çûn cîhê bûyerê û dema ku ketin hundir dîtin ku 5 penaberên Efxan ji teref kesekî yan jî hinek kesên nasnameya wan nediyar ve bi kêrê hatine kuştin. Her wiha tê gotin ku ev serê hefteyekê ye hatine kuştin. Walîtîya Enqereyê derbarê mijarê de destnîşan kir, bûyer bi hûrgilî tê lêkolînkirin.