Li Elezîzê mînîbus qelibî, di encama qezaya ku pêk hat de, gelek kes birîndar bûn.
Li Elezîzê mînîbus qelibî, di encama qezaya ku pêk hat de, gelek kes birîndar bûn.
Bûyer li 30emîn kîlometreya rêya Elezîz-Amedê pêk hat. Mînîbusa di bin îdareya Mehmet D. de bû, ji ber tekelê wê teqîya ji kontrolê derket û qelibî.
Ekîbên tenduristîyê û cendirme sewqê herêmê bûn. 3 kesên birîndar rakirin nexweşxaneyê. Derbarê bûyerê de lêkolîn berdewam e.