Li navçeya Palu ya Elezîzê di kana kromê de hilweşîn pêk hat.
Li gundê Xamil ya Paluyê di derdora seat 10:00an de di kana kromê ya taybet de hilweşîn pêk hat. Li gor tespîtên ewil hat dîyarkirin ku 4 karker di bin xirbeyan da mane. Hat dîyarkirin ku karkerek bi derfetên xwe ji bin xirbeyan derketîye û 3 karker ji alîyê ekîban ve hatin rizgarkirin. Li gorê agahîyên ku ji Odeya Endezyarên Înşaatê ya TMMOB'ê Nûrî Alparslan daye, hat dîyarkirin ku herî dawî kesê di bin xirbeyan de ma û hat rizgarkirin Zûlfû Aydin ê kurê Bedrî Aydin ê ji şîrîkên fîrmayê ye.