Cenazeyê Remzîye Apaydin a li Navçeya Karakoçan a Elezîzê winda bibû, li baxçeyê malekê bi definkirî hat dîtin.
Cenazeyê Remzîye Apaydin a li Navçeya Karakoçan a Elezîzê winda bibû, li baxçeyê malekê bi definkirî hat dîtin. Remzîye Apaydin, a ku 6 meh berê ji bo windakirinê doz hatibû vekirin, hat tespîtkirin ku herî dawî li Navçeya Karakoçanê, di otomobîla N.C’yê de hatiye dîtin. Kiryar N.C’yê ku hat binçavkirin, li xwe mikur hat ku Remzîye Apaydinê kuştiye û li baxçeyê malê defin kiriye. Di xebatên kolandinê de cenazeyê Remzîye Apaydinê hat dîtin û cenazeyê wê birin morgê.