Endezyara jin a ku li Elezîzê li tesîsa masîvanîyê dixebitî, ji keştîyê de ket û di nava avê de winda bû.
Endezyara jin a ku li Elezîzê li tesîsa masîvanîyê dixebitî, ji keştîyê de ket û di nava avê de winda bû.
Di bûyera ku danê sibê qewimî de, hat ragihandin ku jinek navê wê bi tevahî nehate eşkerekirin, dema ku di keştîyê de bû û li navçeya Kebanê ya herêma Dînboyê li kargeha masîvanîyê wek endezyar dixebitî, di keştîyê de ket nav ava çemê Firatê. Li ser îxbara kesên di keştîyê de bûn, ekîbên lêgerîn û xilaskirin û tenduristîyê û ewlehîyê sewqê cihê bûyerê hatin kirin. Ekîban li herêmê bi girtina tevdîrên ewlehîyê yên berfireh dest bi lêgerînê kirin. Derbarê, bûyer çawa qewmî de tu agahî nehat parvekirin.