Li navçeya Eglê ya Amedê di qezaya ku 2 siware li hev qelibîn de kesek mir û 3 kes jî birîndar bûn
Li gor agahîyên ku hatine bidestxistin duh bi şev li devera gundê Satîyan a Eglê siwareya ku A.E. (39) diajot û siwareya ku ajokarê wê Ş.Û. (54) bû, li hev qelibîn.
Di qezayê de ji bilî ajokaran û M.E. (57) û S.U. (48) yên ku di siwareyan de bûn, birîndar bûn.
Birîndaran piştê midaxaleya ewil a ekîbên tenduristîyê rakirin nexweşxaneyên li bajêr. Ji birîndaran S.U. ku li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehîyê ya Gazî Yaşargîl dihat dermankirin, tevê hemû midaxaleyan jîyana xwe ji dest da.