Hat îdiakirin ku mala pîrejineke ku li Efrînê bi tena serê xwe dijî, ji aliyê kesên li wir bi cih bûne ve hatiye talankirin.
Hat îdiakirin ku mala pîrejineke ku li Efrînê bi tena serê xwe dijî, ji aliyê kesên li wir bi cih bûne ve hatiye talankirin.
Li gorî nûçeya Rûdawê, Li Raco ya herêma Efrînê, li gundê Çençeliya, mala pîrejineke Kurd a 80 salî ya ku bi tenê dijî ji alîyê çend “Erebên îthalkirî” ve hatîye talan kirin”Hat diyarkirin ku Ayşe Alî Bîlal a 80 salî ya ku çend sal berê hevserê wê rehmet kirîye, bi lingê xwe yê şikestî bi tena serê xwe dijî. Li gorî agahiyên ku niştecîyên gundê Çençeliya dane Rûdawê, hat îdiakirin ku malbateke ereb a “îthal” ku cîranê wê jina extyar e, çûye mala wê jinê û hemû tiştên malê dizîne. Gundiyan her wiha diyar kirin ku van Erebên îthal berê jî darên zeytûnên xelkê birîbûn. Niha reviyane û yek ji wan jî nehatîye girtin.