Di çarçoveya lêpirsîna ku ji alîyê Serdozgerîya Komarê ya Amedê ve hat destpêkirin, ekîbên Şaxa Têkoşîna Dijî Sûcên Organîze û Qaçaxçîtîyê ên girêdayî Midûrîyeta Ewlekarîya bajêr li dijî qaçaxçîtîya çekan operasyon li dar xistin.

Ji bo pêşîgirtina li bazirganîya derqanûnî ya çekan, ji bo desteserkirina çekên bê ruxset û her wiha ji bo ku ev çek nekevin destê kesên xwedîyê potansîyela sûcan, di lêkolîna ku li bajêr hat kirin de hat dîyarkirin ku şikbarek xwestîye çekên bê ruxset bifiroşe. Di lêgerîna ku li navnîşana şikbar a navçeya Kayapinarê hat kirin de 10 debançeyên bê ruxset, 15 şarjor û 65 fîşek hatin bidestxistin. Gumanbarê ku hat binçavkirin û ji teref hakimê cezayê yê sulhê ve bi sûcê "qaçaxçîtîya çekan" hat girtin.