Li Amedê 6 kesên ku bi îdîaya ala 'Tewhîd û Bijî Şerîet' li navenda bazirganîyê û sûrên bajêr daliqandin, hatin binçavkirin.
Li Amedê 6 kesên ku bi îdîaya ala 'Tewhîd û Bijî Şerîet' li navenda bazirganîyê û sûrên bajêr daliqandin, hatin binçavkirin.
Midûrîyeta Emnîyetê ya Amedê li dijî kesên ku meha borî alayên bi nivîsa "Bijî Şerîet û Tewhîd" li navenda bazirganiyê û dîwarên dîrokî daliqandin, operasyon li dar xist. Di çarçoveya operasyonê de A.Y., M.N.Ç., Î.Z., Y.Ç., Î.Î. û E.A. hatin binçavkirin.
6 kesên hatin binçavkirin ji bo îfadeyê birin Şaxa Têkoşîna Dijî Terorê.