Koma Dewletên Dijî Bêretîyê ya Konseya Ewropayê (GRECO) sêyemîn rapora lihevkirinê ya navber a li ser pêşîgirtina li bêretîyê ya wekîl, dadger û dozgerên Tirkîyeyê weşand.
Koma Dewletên Dijî Bêretîyê ya Konseya Ewropayê (GRECO) sêyemîn rapora lihevkirinê ya navber a li ser pêşîgirtina li bêretîyê ya wekîl, dadger û dozgerên Tirkîyeyê weşand.
Di raporê de hat îdîakirin ku Lîjneya Dadger û Dozgeran (HSK) ji endamên ku Serokomar û Meclîsa Neteweyî ya Mezin a Tirkîyeyê destnîşan dikin pêk tê û yek ji endamên wê ji alîyê dadger û dozgeran bi xwe nehatine hilbijartin, ev yek nîşaneya li dijî pîvanên Ewropayê yên di derbarê dewleteke xwedî dadwerîyeke serbixwe ye. Di raporê de hat destnîşankirin ku di derbarê wekîlan de di mijarên weke "eşkerekirina mal û milkê" de jî kêmasî heye.