Midûrtîya Karûbarên Dîyanetê di nava salekê de cara duyemîne li xwaringehên xwe heqê xwarinê zêde dike, karkerên ku di serokatîyê de dixebitin, ji serok û rêveberan bihatir heqê xwarinê didin.
Midûrtîya Karûbarên Dîyanetê di nava salekê de cara duyemîne li xwaringehên xwe heqê xwarinê zêde dike, karkerên ku di serokatîyê de dixebitin, ji serok û rêveberan bihatir heqê xwarinê didin.
Li gor nûçeya Sefa Uyar ê rojnameya Cumhûrîyetê, bi bihabûnê re heqê xwarina karkeran ji sedî 250 zêde bû, ji 20 lîre derket 70 lîre.
Heqê xwarina Serok Alî Erbaş û rêveberan jî, ji sedî 150 zêde bû, ji 18 lîre derket 45 lîre. Dîyaneta ku berî niha bi personelên sazîyê û sendîkayên ku di sazîyê de hatine organîzekirin, bi nîqaşa ‘promosyonê’ derketibû pêş û ji ber ku karkeran ji rêvebiran bihatir xwarin dixwarin, bûbû sedema bertekan.