Li Dîlokê kesê ku tundî li jineke astengdar a 70 salî kirîbû, cara duyemîn hat binçavkirin.
Li Dîlokê kesê ku tundî li jineke astengdar a 70 salî kirîbû, cara duyemîn hat binçavkirin.
Li Dîlokê dîmenên tundîya li dijî jineke Sûrîyeyî ya 70 salî ya astengdarê derûnî, li ser hesabên medyaya civakî hatin parve kirin. Li ser bertekên tund ên li ser dîmenên tundîyê, Serdozgerîya Komarê ya Dîlokê di derbarê bûyerê de lêpirsîn da destpêkirin. Walîtîya Dîlokê daxuyand ku nasnameya kiryar hatiye tespîtkirin û dîyarkir ku Şakîr Çakir ê ku tundî li jineke 70 salî kirîye, hatiye binçavkirin. Piştê ku Çakir şeva borî hat berdan, Serdozgerîya Komarê li dijî biryarê bûn. Berdana Çakir bû sedema bertekên mezin ên raya giştî. Çakir, li ser bertekên tund cara duyemîn hat binçavkirin.