Di çarçoveya lêpirsîna erdhêjê de li Dîlokê 22 kes hatin binçavkirin.
Lêpirsîna avahiyên ku di erdhejên navenda Mereşê de ku li 11 bajaran hilweşiyan, berdewam dike. Waliyê Dîlokê Davut Gul li ser hesabê xwe yê medyaya civakî wiha parve kir, "22 kesên ku derbarê avahiyên ku li Nûrdagî û Îslahiyeyê hilweşîyan de kêmasî hatine tespît kirin, ji teref mehkemê ve hatine girtin. Ji bo 80 kesên nehatine binçavkirin jî xebat berdewam e. Dadgehên serbixwe wê derbarê muteahîtan, kontrola avahiyan û hwd de biryara herî adil bidin."