Hat ragihandin ku li Çinarê di qezaya ku siware li hemwelatîyên peya qelibî de mirî û birîndar hene.
Hat ragihandin ku li Çinarê di qezaya ku siware li hemwelatîyên peya qelibî de mirî û birîndar hene.
Qeza li gundê Beşpinar a navçeya Çinarê ya Amedê qewimî. Hat ragihandin ku kesên ji cîhê tazîyeyê vedigerîyan û dixwestin derbasê hêla rê ya din bibe, siware lê qelibî.
Di lêkolîna ewil a ekîbên cendirme û tenduristîyê yên ku sewqê cîhê qezayê bûn de 2 kes mirin û 2 kes jî birîndar bûn.
Hat dîyarkirin ku rewşa 2 birîndarên ku sewqê nexweşxaneyê hatine kirin jî giran e, 2 cenaze jî rakirin morga Sazîya Tipa Edlî (ATK).
Ji bo girtina ajokarê ku hat ragihandin piştê qezayê siwareya xwe hişt û revîyaye, lêpirsîn hat destpêkirin.