Li 4 navçeyên Mêrdînê bi tevlê sîyasetmedaran zêdeyê 10 kesan hatin binçavkirin.
Li 4 navçeyên Mêrdînê bi tevlê sîyasetmedaran zêdeyê 10 kesan hatin binçavkirin.
Li navçeyên Nisêbîn, Qoser, Stewr û Dêrikê bi îdiaya "alîkarîya rêxistinê kirine" danê sibehê ji alîyê polîs û ekîbên cendirmeyan ve li gelek navnîşanan operasyonên hemwext hatin lidarxistin.
Di operasyonan de hevserokê navçeya berê yê HDP'ê ya Nisêbînê S.K., muxtarê gundê Çolova F.A. û hevserokê berê yê navçeya Qoserê M.D. jî di nav de bi giştî 13 kes hatin binçavkirin.
Kesên hatine binçav kirin li navenda polêsan û cendermeyan tên ragirtin.