Li Çêrmûgê siwareyek ji rê derket û qelibî, hat ragihandin ku di encamê de bi tevlê zarokan mirî û birîndar hene.
Li Çêrmûgê siwareyek ji rê derket û qelibî, hat ragihandin ku di encamê de bi tevlê zarokan mirî û birîndar hene.
Li gor agahîyan, siwareya ku ji bo herin hemamê diçû Çêrmûgê li ser rêya taxa Başarirê ya navçeya Çêrmûga Amedê ji kontrola ajokar derket û qelibî.
Di siwareya ku li rexê qelibî de ajokar Mehmet Can, Mûsa, Îsmaîl, Ûmût û Emîrhan Gedîk û Azad Kuçukdal birîndar bûn.
Tîmên agirtefê kesên di siwareyê de asê mabûn derxistin û ji alîyê tîmên tenduristîyê ve rakirin nexweşxaneyê.
Ji birîndarên ku rakirin nexweşxaneyê ajokar Mehmet Can Gedîk û Emîrhan Gedîk ê 10 salî digel hemû mudaxeleyan, jîyana xwe ji dest dan. 4 birîndarên ku dermankirina wan berdewam e jî xetereya jîyana wan heye. Derrbarê qezayê de lêpirsîn da dest pê kirin.