Li Gansu ya Çînê bi lerza 6,2 erdhêj çêbû. 118 kes jîyana xwe ji dest da û 220 kes jî birîndar bûn. Li herêma erdhêjê wê hewa di bin sifirê de 10 pîle be.
Li Çînê erdhêjeke bi mezinîya 6,2 pêk hat.
Di erdhêja bi lerza 6,2 ya ku li eyaleta Gansu ya Çînê nîvê şevê pêk hat de 118 kes jîyana xwe ji dest dan û 220 kes jî birîndar bûn.
Xebatên lêgerîn û xilaskirinê dewam dikin. Hat ragihandin ku li herêma ku erdhêj lê çêbû şebekeyên av û ceyranê, binesazîya hatûçûnê û şebekeyên ragihandinê jî zirar dîtine.
Ji alîyê din ve li gor meteorolojîya herêmî ya Çînê, hat dîyarkirin ku li herêma erdhêjê germahîya hewayê wê din sifirê de 10 pîle be.