Li Bismilê, 2 kesên ku gumanbarê kuştina Umut Çakmak hatin girtin.
Li Bismilê, 2 kesên ku gumanbarê kuştina Umut Çakmak hatin girtin.
Umut Çakmak li navçeya Bismilê ya Amedê 2 roj wek wenda dihat gerandin, lê piştê lêgerînê bi birînên çek û kêran mirî hatibû dîtin.
Di lêpirsîna ku bi kordînasyona Serdozgerîya Komarê ya Bismilê hat destpêkirin de hemû dîmenên Sîstema Rêveberîya Ewlekarîya Bajêr (KGYS) yên li herêmê hatin lêkolînkirin. Di operasyonê de M.E.yê ku di dîmenên emnîyetê de hat tesbîtkirin û Î.O. yê ku hat gotin alîkarî û destek daye wî hatin binçavkirin.
Kesên hatin binçavkirin birin cîhê bûyerê û keşif hat kirin. Keleşa ku di bûyerê de hatîye bikaranîn jî bi lêgerîna qeraxên Çemê Dîcleyê hat dîtin. Hat hînbûn ku cînayet ji ber deynê hatîye kirin, gumanbarên ku piştê karên li navenda cendirmeyê, sewqê edlîyeyê hatin kirin, ji alîyê dadgehê ve hatin girtin û şandin girtîgehê.