Di çarçoveya Helbijartina Serokkomarîyê û Helbijartina Giştî ya Parlamentoyê ya Heyama 28emîn de ji bo dengdêrên ku li derveyê welat dijîn, pêvajoya dengdayînê dest pê kir.
Di çarçoveya Helbijartina Serokkomarîyê û Helbijartina Giştî ya Parlamentoyê ya Heyama 28emîn de ji bo dengdêrên ku li derveyê welat dijîn, pêvajoya dengdayînê dest pê kir.
Hemwelatîyên ku di kutika helbijêrên derveyê welat de qeydkirî ne dikarin li derîyên sînor ên Kapikûle, Îpsala, Pazarkûle, Hamzabeylî û Derekoya ku ji Ewropayê re vedibin di sindoqên hatine danîn de dengê xwe bidin.
Serokek, endamekî ku wezîfedarê qamûyê ye, endamên ji sê partîyên sîyasî yên ku di helbijartina giştî ya dawîn de li tevahîya Tirkîyeyê dengên herî zêde stendine, li ser sandoqên li derîyên sînoran hatine wezîfedarkirin. Dengdayîna li ser sînoran wê li gor rêbaza 24 demjimêran berdewam bike û di 14ê Gulanê roja Yekşemê demjimêr di 17.00an bidawî bibe.