Bi guhertina nirxê nefta Brent û dovîzan, nirxê berhemên neftê her tim diguhere.
Bi guhertina nirxê nefta Brent û dovîzan, nirxê berhemên neftê her tim diguhere. Zêdebûna herî dawî ya bihayê petrolê bihayê benzînê ya di pompeyê de jî zêde kir. Ji roja Sêşemê 1ê Mijdara 2022an pê ve bihayê benzînê dîsa zêde bû. Roja Yekşemê ji hêla çavkaniyên pîşesaziyê ve hate ragihandin ku 71 quruş zem li benzînê hatiye kirin. Ji îro û pê de ew zema ku hat kirin di pompeyê û dagirtina siwareyan de jî derbasdar e. Li gor bihayên herî dawîn yên neftê li Diyarbekirê mazot bi 26,lîre û 96 quruşan, benzîn jî bi 21 lire û 97 quruşan tê firotin.