Li Navçeya Hîzanê ya Bedlîsê, di navbera du malbatan de şerê çekdarî pêk hat.
Li Navçeya Hîzanê ya Bedlîsê, di navbera du malbatan de şerê çekdarî pêk hat. Bûyer, li mezraya Werîsê ya gundê Sersêrê ya Navçeya Hîzanê qewimî. Li gor agahîyên hatine bidestxistin, nîqaşê ku di navbera du malbatên qorîcî de qewimî, veguherî şerê çekdarî. Di pevçûnê ku çekên qorîcîtîyê hatin bikaranîn de, kesek mir û zarokek jî di nav de 3 kes birîndar bûn. Ekîbên tenduristîyê alîkarîya ewil ji birîndaran re kirin û wan rakirin nexweşxaneyên cuda.