Nûçeya tundîya li dijî jinê, ev car ji bajarê Êlihê hat bihîstin.
Nûçeya tundîya li dijî jinê, ev car ji bajarê Êlihê hat bihîstin.
Kesê bi navê A.D yê ku êrîşî hevjîna xwe ya berê û malbata wê kir, ji malbatê kesek qetil kir û 2 kes jî birîndar kir. Bûyer li Taxa Konak a Êlihê pêk hat. A.D êrîş bir ser mala hevjîna xwe E.G ya ku 4 meh berê hevdû berdabûn û digel wê, birê wê û xizmekê wê yê din birîndar bûn. Birîndar rakirin nexweşxaneyê û digel hemû mudaxeleyan A.G yê 43 salî jîyana xwe ji dest da. Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat dest pê kirin.