Li navçeya Baglara Amedê di dema tamîrkirina trafoya elektrîkê de teqîn pêk hat.
Li navçeya Baglara Amedê di dema tamîrkirina trafoya elektrîkê de teqîn pêk hat.
Li kolanê Cengizler ya navçeya Baglara, dema ekîbên DEDAŞê hewl didan arîzeya trafoyê çareser bikin teqîn çêbû.
Di encama teqînê de karkerên DEDAŞ'ê Mazlum Dîlek û Nurettîn Karaaslan laşê wan şewitî û birîndar bûn.
Karkerên birîndar, piştê mudaxeleya ewil sewqê Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl hat kirin.
Hat dîyarkirin ku ji bo sedema teqîna trafoyê were tespîtkirin lêpirsîn hat destpêkirin.