Zarokê ku li Rihayê ji bo wî merasima sinetkirinê hat tertîpkirin, di bin siwareyê de ma û jiyana xwe ji dest da.
Zarokê ku li Rihayê ji bo wî merasima sinetkirinê hat tertîpkirin, di bin siwareyê de ma û jiyana xwe ji dest da. Li gor agahiyên ku hatine bidestxistin bûyer li navçeya Bêrecûk a Rihayê pêk hat. Malbata Uyguner ji bo Bozan Uyguner ê 4 salî daweta sinetkirinê li dar xist. Dema ku konvoya dawetê bi rê ket, Bozan Uyguner di bin wesaîta mamê xwe Îbrahîm D. ma û ji ber ku mamê wî ew ferq nekir, bi wesayîtê di sere derbas bû. Zarokê biçûk ê ku bi giranî birîndar bû rakirin nexweşxaneyê, lê digel hemû mudaxeleyan zarokê 4 salî jiyana xwe ji dest da. Bozan Uyguner piştî karên otopsiyê, hat definkirin. Derbarê bûyerê de lêpirsîn berdewam dike.