Li eyaleta Utah ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) di malekê de gelek kesên kuştî hatin dîtin ku di nav wan de zarok jî hene
Li eyaleta Utah ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) di malekê de gelek kesên kuştî hatin dîtin ku di nav wan de zarok jî hene.
Li bajarê Enoch ê eyaleta Utah a ku yek ji eyaletên rojavayê DYA’yê ye, dema rayedaran kontrola alîkarîya civakî dikirin di malekê de cenazeyên 8 kesan ku 5 jê zarok bûn hatin dîtin. Di daxuyanîya rayedarên polêsan de hat gotin ku li herêma bûyerê ti gef xwarin û kesek gumanbar nehatîye dîtin û derbarê bûyerê de wekî din ti agahîyek fermî nehat parvekirin. Ji alîyê din ve hat ragihandin ku nasnameya kesên di bûyerê de jîyana xwe ji dest dane nehatîye eşkerekirin.