Hat îdîakirin ku welatîyekî Amedê xwe kuşt. Bûyer, li Taxa Yunus Emre ya Navçeya Rezanê qewimî. Li gor îdîayan welatîyê bi navê Bayram Koyuncu (35) ê ku hat dîyarkirin pirsgirêkên wî yên malbatî û psîkolojîk hene, bi şev li dikana ku bi xurdeyan re mijûl dibû, xwe daliqand. Xebatkarên ku serê sibê hatin cihê kar, ferq kirin ku Koyuncu xwe kuştî ye. Ekîbên tenduristîyê tespit kirin ku Koyuncu jîyana xwe ji dest daye û cenazeyê wî ji bo karên otopsîyê birin Sazîya Tiba Edlî ya Amedê. Di derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.