9’ê Tîrmehê roja Yekşemê demjimêr di 08:00an de li derdora Sûrên Amedê ji aliyê Şaredariya Bajarê Amedê ve 'Pêşbaziya Duçerxan a Rê ya Bibîranîna Şehîdên 15'ê Tîrmehê' tê lidarxistin.
9’ê Tîrmehê roja Yekşemê demjimêr di 08:00an de li derdora Sûrên Amedê ji aliyê Şaredariya Bajarê Amedê ve 'Pêşbaziya Duçerxan a Rê ya Bibîranîna Şehîdên 15'ê Tîrmehê' tê lidarxistin.
Şaredariya Bajarê Amedê der barê mijarê de daxuyanî da û wiha got, "Qeyd wê 8ê Tîrmehê roja Şemiyê demjimêr di 16:00an de biqede. Werzişvanên ku qeyda xwe çênekiribin wê beşdarê pêşbirkan nebin.
Ji bo werzişvanên rêza 1emîn 2 hezar lîre û Madalyaya Zêrîn. Ji bo yê duyemîn hezar lîre û Madalyaya Zîv. Ji bo yê sêyemîn jî 500 lîre û Madalyaya Bronz wê were dayîn. ji bo li herêma me û li bajarê me pêşbirkên bi vê rengê zêde û geş bibin, em werzîşvanan vedixwînin pêşbazîyê.