Derbarê Navenda Fûar û Kongreyê ya Amedê de ku hat dîyarkirin pêwîstîyan pêk nayîne, pirsnameyek ji Meclîsê re hat pêşkeşkirin.
Parlamenterê Amedê yê CHPê Sezgîn Tanrikûlû dîyarkir ku ji Amedê re navendeke fuar û kongreyê ya pir berfireh lazim e û ji Alîkarê Serokkomarê Cevdet Yilmaz pirsî ku gelo li Amedê navendeke fuar û kongreyê ya nû wê bê avakirin an na?
Sezgîn Tanrikûlû di pirsnameya xwe ya ku ji Serokatîya TBMMê re pêşkêş kir de dîyar kir ku "Navenda Fûar û Kongreyê" ya li Amedê di çarçoveya xizmetên fuarê yên modern de nikare hewcedarîyên bajêr bi cîh bîne û destnîşan kir ku avakirina "Navenda Fûar û Kongreyê" ya nû xwedî girîngîyek mezin e.
Tanrikûlû di pirsnameya xwe de wiha pirsî, "Li Amedê projeya nû ya 'Navenda Fûar û Kongreyê' heye?" Eger hebe, aqûbeta wê ya niha çî ye?
Li gorê pêwîstî û daxwazên Bajarê Amedê, ji bo avakirina 'Navenda Fûar û Kongreyê' ya nû gavên pêwîst wê bên avêtin? Ji bo avakirina 'Navenda Fûar û Kongreyê' ya nû li Amedê xebateke çawa tê meşandin?"