Li Amedê di encama li hev qelibîna taksîya bazirganî û siwareyekê de zirara madî çêbû.
Li Amedê di encama li hev qelibîna taksîya bazirganî û siwareyekê de zirara madî çêbû. Qeza, li otogara nû ya Navçeya Kayapinarê pêk hat. Hat îdîakirin ku siwareya ku ji rêya otogara nû dihat û taksîya bazirganîyê ya ku ji heman rê dihat, li girêka herdu rêyan li hev qelibîn. Di encama qezaya trafîkê de ti kes nemir û birîndar jî nebûn lê zirara madî di her du siwareyan de pêk hat. Piştê lêkolîna polîsan a li cihê bûyerê, siwareyan ji rê hatin rakirin.