Tîma Atletîzmê ya Amedê mafê beşdarbûna nîvfînalên a Tirkîyeyê vergirt.
Tîma Atletîzmê ya girêdayê Serokatîya Daîreya Xizmetên Ciwan û Werzîşê ya Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê, di encama pêşbirkên qonaxa ewil a Lîga Kros ya Herêmî ya Nav-Kluban a ku di 19ê Mijdarê de li Êlihê hat lidarxistin, bû şampiyon.
Bi vê encamê Tîma Atletîzmê wê beşdarê pêşbirka nîvfînalê ya Tirkîyeyê ku 3ê Berfanbarê roja yekşemê li Amedê tê lidarxistin, bibin.