Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo teserûfa avê şuştina siware û xalîçeyan wek demkî qedexe kir.
Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo teserûfa avê şuştina siware û xalîçeyan wek demkî qedexe kir.
Midûrîyeta Giştî ya Av û Kanalîzasyonê ya Amedê (DÎSKÎ) di navbera 1-31ê tebaxê de, ji bo bergîyê li qutbûna avê bigrin, şuştina bi xotromê ya ser peyarêyan û pêşîya dikanan, qedexe kiribû.
Piştê vê biryarê, di navbera 8-12'ê Tebaxê de li 151 ofîsên neftê yên li navenda bajêr, di navbera 8-10'ê Tebaxê de jî, li 36 kargehên xalîçeşûştinê û 283 kargehên şuştina siwareyan, xalîçe û siware şuştin hatin qedexe kirin. Tîmên Zabitayên Şaredarîya Bajarê Amedê û şaredarîya navçeyan, li gor xala 32an ya Qanûna Bingehîn a bi hejmara 5326an wê li kesên yasaxê binpê dike hezar û 295 lîre cezayê îdarî bibirrin.
Midûrê Giştî yê DÎSKÎyê Firat Tutşî, bal kişand ser girîngîya teserûfa avê û wiha got: "Di van rojên ku li Amedê vexwarina avê zêde dibe de, ava me ya ku hewcedarîya bingehîn a hemwelatîyên me ye, ji Dîcleyê tê temînkirin.
Em tedbîran digirin da ku pêşî li qutbûna ava ku welatîyên me ji bo mebestên xwe yên pêwîst bikar tînin neyên girtin."