Şewata ku li Amedê li Sîteya Bazirganên Xurekê derketibû, hat vemirandin.
Şewata ku li Amedê li Sîteya Bazirganên Xurekê derketibû, hat vemirandin. Li gor agahîyên ku hatine wergirtin; li kargeha ku alavên malê tê firotin, ji ber sedemeke nedîyar, duh bi şev şewat derket. Gelek ekîbên agirtef tenduristîyê û polîs sewqê cihê bûyerê kirin. Ji bo ku şewat li kargehên din ên sîteyê belav nebe, xebateke dijwar hat kirin û piştê saetan şewat hat kontrolkirin. 2 xebatkarên agirtefê ku ji ber dûyê bandor li wan kir, rakirin nexweşxaneyê. Hat dîyarkirin ku sedema şewatê wê bi amadekirina raporeke berfireh were tespîtkirin.