Li Amedê ciwanê ku ji bo alîkarîyê çûbû şerê çekdarî yê di nav du hevalan de jîyana xwe ji dest da.
Li Amedê ciwanê ku ji bo alîkarîyê çûbû şerê çekdarî yê di nav du hevalan de jîyana xwe ji dest da.
Bûyer li Taxa Fîskaya ya navçeya Yenîşehîra Amedê pêk hat. Hat îdîakirin ku her du heval li Baxçeyên Hevselê piştê vexwarina eraqê bi hev re nîqaş kirine. Lê nîqaş zû veguherî pevçûna çekan. Emre Buyruk ê 14 salî ku tê îdîakirin xarzîyê kesê ku di nav şer de bû ye, dema diçû alîkarîyê bi guleya ku lê ket bi giranî birîndar bû. Buyruk tevî hemû mudaxeleyan jî li nexweşxaneya ku lê hatibû rakirin, jîyana xwe ji dest da. Cenazeyê Buyruk ji bo otopsîyê birin morga Sazîya Tipa Edlî. Ji bo girtina gumanbarên bûyerê lêpirsîn hat destpêkirin.