Li Amedê mizgefta ku hê çêkirina wê berdewam dikir, qubeya wê hilweşîya. Bûyer li Taxa Bağcilar ya navçeya Rezanê, di Mizgefta Haci Bakî Çelîk ku hê çêkirina wê berdewam dikir de qewimî. Li gor agahîyên ku bi dest ketin, ji ber sedema maşîne ya betonê ku wehta beton vala dike, bi bandora betonê kalibê qubeyê hilweşe. Di bûyerê de yek jê giran 6 karmend birîndar bûn. Kesên birîndar ji bo dermankirinê rakirin nexwaşxaneyê û polês di derheqa bûyerê de lêkolînek da destpêkirin.