Li Amedê di qezaya trafîkê de 10 kes birîndar bûn.
Li Amedê di qezaya trafîkê de 10 kes birîndar bûn.
Qeza duh êvarê li xaçerê ya lûnaparkê ya Navçeya Kayapinara Amedê pêk hat. Li gor agahîyên ku hatine wergirtin, siwareya ku tê îdîakirin ku bi leza bû, ji kontrole derket û lembeyên trafîkê ya li xaçerê û paşê jî li siwareyek din ket. Di qezaya ku pêk hat de 4 jê zarok 10 kes birîndar bûn. Birîndaran ji bo dermankirinê rakirin nexweşxaneyan û di derbarê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.