Polîsan, dema li Rezanê bi ser malekê de girt û kesê ku lê digeriyan nedît, xwedîyê malê Harun Karataş binçav kirin.
Polîsan, dema li Navçeya Rezanê bi ser malekê de girt û kesê ku lê digeriyan nedît, xwedîyê malê Harun Karataş binçav kirin. Polîsan, danê sibehê avêtin ser mala Harûn Karataş ê ku li Taxa 5 Nîsan a Navçeya Rezan a Amedê dijî. Ji ber ku polîsan kesê ku lê digerîyan nedît, xwedîyê malê Karataş binçav kirin. Endamên malbatê, ragihandin ku polîsan ji wan re gotine; "Li mala we kesek heye ku hûn vedişêrin." Malbatê, dîyarkir ku her 3 pirtûkên di malê de hatine dîtin, hatine bidestxistin.