Li Amedê di pîrozbahîyên Newrozê de zêdeyê 350 kes hatin binçavkirin.
Baroya Amedê derbarê alozîyên ku di pîrozbahîya Newrozê de derketine daxuyanîyeke nivîskî weşand û tê de ragihand ku gelekê ji wan girtîyan, ji ber cil û bergên xwe yên neteweyî hatine binçavkirin ku ev jî li dijî yasa û azadî û mafên demokratîk e. Herwiha teqez kir ku gelek welatîyên ku dixwestin bi cil û bergên xwe yên netewî beşdarê ahenga Newrozê bibin, ji alîyê polêsan ve rastê astengîyan hatin û rê nedan ku ew derbasê qada Newrozê bibin. Baroya Amedê da zanîn ku ew proseya binçavkirina welatîyan dişopînin û ragihand ku di pîrozbahîya Newrozê de 350 kes hatin binçavkirin ku di nava wan parêzerek û 50 zarok hene. Baroya Amedê wiha got, “Bila raya giştî bizanibe ku em pêvajoya binçavkirinan dişopînin.”