Karkerên Amedê ji bo pîrozbahîya 1’ê Gulanê li Qada Îstasyonê hatin cem hev.
Karkerên Amedê ji bo pîrozbahîya 1’ê Gulanê li Qada Îstasyonê hatin cem hev. Pîrozbahîya li Qada Îstasyonê, ji alîyê komîteya amadekar a sazîya sivîl ve, bi şîara “Ev ferman wiha naçe, em ê bi hev re biguherînin” hat lidarxistin. Rojnameger bi pankartên, “Yên li dijî meş, sansur, dersînorkirinê, em li gel hev in” ketin qadê. Karkerên ku ketin qadê, gelek caran sloganên "Bijî kedkar", "Em ji îstîsmara kedê qebûl nakin, hûn ê biçin em ê bi ser bikevin" gotin. Li qadê gelek pankartên nivîskî hatin daliqandin.