Li ser rêya Amed-Farqînê mînîbusa ku xwendekar tê de bûn qelibî, 4 jê zarok 9 kes birîndar bûn.
Li Amedê mînîbusa ku xwendekarên rehabîlîtasyonê tê de bûn ji kontrolê derket û wergeriya.
Li gor agahîyên ku hatine bidestxistin mînîbusa ku li ser rêya Amed-Farqînê diçû, ji kontrola ajokar derket û gêrê qenala kêleka rê bû. Di qezayê de 4 jê zarok 9 kes birîndar bûn.
Birîndaran piştê midaxaleya ewil a ekîbên tenduristîyê sewqê nexweşxaneyên bajêr kirin. Derbarê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.